Karwanê yekem ê koçberan gihîşte Hewlêrê

Hejmara koçberên ku di karwanê yekem de vegeriyan 431 kes in.

Hewlêr (K24) – Karwanê yekem ê koçberên li Belarusê gihşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Hejmara koçberên ku di karwanê yekem de vegeriyan, 431 kes in û îro ji Belarusê bi rê ketin, da ku vegerin welatê xwe.

Îro ew koçber bi rêya balafireke ser bi Hêla Esmanî ya Iraqê ji bajarê Mînska paytexta Belarusê ber bi Hewlêrê dest bi geştê kirin.

Belarusê îro ragihand; nêzîkî 7000 koçber li wî welatî hene û 2000 kes li ser sînorê Polandayê ne, Mînskê biryar daye ku 5000 penaber vegerin welatên xwe.

Di vê çarçoveyê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand: “Em pêşwazî li koçberên ku vedigerin, dikin. Ew koçber bûbûn qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan, em hewl didin hemû koçberên ku dixwazin, vegerînin.”

Cotyar Adil civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku hemahengiyeke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê de heye.

Adil destnîşan kir ku armanca lekedarkirina navê Herêma Kurdistanê pêk nehat û hemû rastî ji bo raya giştî ya navxwe û derve zelal bû.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro yekem karwana koçberan ku hejmara wan 431 kes e, vedigerin Herêma Kurdistanê.

Herwiha eşkere kir ku Hikûmeta Herêmê bi ti awayî rê nade wan qaçaxçiyan ku bi jiyana xelkê dilîzin.