Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Polandayê pêwendiyeke telefonî encam dan
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 18ê Mijdara 2021ê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Polandayê Mateusz Morawiecki re rewşa koçberên li sînorê Belarus û Polandayê gotûbêj kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li ser rewşa nebaş a wan koçberên Herêma Kurdistanê nîşan da, ku di nav wan de zarok jî hene û li ser sînorê Belarus û Polandayê ne û di rewşeke dijwar de ne.
Mesrûr Barzanî hemû amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo hawarçûna wan koçberan û başkirina rewşa wan û selametiya wan cardin anî ziman û diyar kir ku mixabin ew koçber, bûne qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan û nakokiya navbera Belarus û Yekîtiya Ewropayê. Herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê niha strageheke aram e ji bo nêzîkî milyonek aware û penaberan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Polandayê li ser rêyên çareserkirina kêşeya wan koçberan gotûbêj kirin, herdu aliyan hevnêrîn bûn ku koçber ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine xapandin û bûne qurbaniyên tawaneke rêxistinkirî.
Serokwezîrê Polandayê pesnê rêkarên ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, ku li hember wan tawanbarên bazirganiya mirov girtine ber xwe, herwiha pişkinîn û rêkarên tund û pêwîst ên li balafirgehan û xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji bo desteserkirina kesên karên neyasayî encam didin.
Herwiha di pêwendiyê de li ser hemahengiya ligel hikûmeta federal a li Bexdayê û hevbeşên din gotûbêj hat kirin, ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo vegera bi dilxwazî ya koçberan ku biryar e îro di yekem geştê de bigihin Bexda û Hewlêrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo pêkanîna tîmeke teknîkî ya hevbeş nîşan da ji bo destnîşankirina wan rêkarên pêwîst ji bo rêgirtin û hilweşandina torên bazirganîkirina mirovan, herwiha tekez kir ku divê Belarus û Polanda û Yekîtiya Ewropayê erk û pabendbûna xwe ya navdewletî ya li ser mijara rêdana ji bo komîteya navdewletî ya Xaça Sor ji bo gihandina alîkariyên bilez û gihiştina hawara wan cîbicî bikin.
Herdu aliyan li ser girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya ji bo herdu aliyan cihê girîngîdanê ne, hevnêrîn bûn.