Li parlamentoya Tirkiyê li ser zimanê Kurdî nîqaş derket
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parlamentoya Tirkiyê di navbera parlamenterên HDP û AK Partiyê de li ser zimanê Kurdî nîqaş derket û yek ji parlamanterên HDPê tekez kir, di serdema hikûmeta AK Partiyê de astengiyên li pêş Kurdî zêdetir bûne û ketiye rewşa zimanekî qedexekirî.
Li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê di dema gotûbêjkirina hejmareke projeyasayan de, di navbera parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de li ser zimanê Kurdî nîqaş derket.
Parlamentera HDPê ya Amedê Dersîm Dag got; berevajî ku zimanê Kurdî di serdema desthilata AK Partiyê de sebesttir bibe, astengiyên li pêş zêdetir bûne û ketiye rewşa zimanekî qedexekirî.
Wekîlê Serokê Fraksiyona AK Partiyê Cahît Ozkan li ser van gotinan behsa hebûna kanaleke dewletê ya bi zimanê Kurdî kir û got; Kurdî ne qedexe ye û hemû welatiyên Tirkiyê xwedî heman mafî ne.
Cahît Ozkan amaje bi alîkariyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên ji bo hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Me duh behsa Helebcê kir. Ew ên ku çek ji bo Sedam Husên dişandin ku ew xiyanet kir, îro heman çekan bo PYD, YPG û PKKê dişînin. Xiyanetê li biratiya Kurd, Ereb, Tirk û Tirkmenan dikin.”
Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş jî li ser van gotinan got; gava dema wê hat, desthilat “edebiyata biratiyê” dike û tekez kir, “Eger gelê Kurd bi zimanê xwe neaxivîba û heta îro neanîba, ti gav nedihatin avêtin. Ew a ku têkoşîna biratiyê û wekheviyê dide, Partiya Demokratîk a Gelan e.”
Piştî van gotinan jî nîqaş û şerê devkî di navbera parlamenterên herdu partiyan de li ser vê mijarê berdewam bûn.
Herwiha Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî parlamentera AK Partiyê ya Amedê Oya Eronat da û got, “Tu rûreşa gelê Kurd î.”
Wekîlê Serokê Parlamentoyê Nîmetullah Erdogmuş, piştî ku nîqaşên di navbera aliyan de zêde bûn, navber da civîna lijneya giştî.