Koçber: Me li wir tiştê ku li ser mirovatiyê dihat gotin nedît

Hejmara koçberên ku bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bi rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vegeriyan 431 kes in.
413 koçber ji sînorên Belarusê vegeriyan
413 koçber ji sînorên Belarusê vegeriyan

Hewlêr (K24) – Hejmara koçberên ku bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bi rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vegeriyan 431 kes bûn, ku li sînorên Belarus û Polandayê di rewşeke gelek xirab a mirovî de bûb û beşek ji wan poşmanbûna xwe nîşan dan ku ev rê girtin ber xwe û Kurdistan bi cih hiştin.

Koçberek li ser vê mijarê ji K24ê re diyar kir; tiştê ne xweş ew bû ku nexweşî û birçîtiyê dîtine û ji bo vegerandina wan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotkar Adil ji K24ê re ragihand; nêzîkî ji sedî 95ê wan koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê Kurd in, pêwendî bi Wezareta Derve ya Iraqê hatiye kirin, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêsankarî ji bo vegera wan hat kirin.

Koçberekî din ku ji Belarusê vegeriya, diyar kir: “Ez kêfxweş im ku vegeriyam, me li wir tiştê li ser navê mirovatiyê nedît.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê kêfxweşiya xwe ji bo vegera koçberan nîşan da û got: “Ez kêfxweş im ji ber vegera bi selametî ya welatiyên ku li sînorê navbera Belarus û Polandayê asê mabûn.”