Li Erziromê erdhej çêbû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Koprukoy a ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 5,1 pile erdhej çêbû.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), li navçeya Koprukoy a ser bi parêzgeha Erziromê bi hêza 5,1 pile erdhej çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej di demjimêr 15:40î de û 6,9 kîlometre di bin erdê de rûda.