ÎHD: Li Tirkiyê di 10 salan de 228 zarok hatine kuştin
Diyarbekir (K24) – 32yemîn salvegera 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Diyarbekirê ve hat pîroz kirin û bal hat kişandin ku ji ber şer û tundiyan di 10 salan 228 zarok hatine kuştin.
Di rapora 32yemîn salvegera mafên zarokan de hat ragihandin; tevî ku Tirkiyê jî wê peymanê pejirandiye, lê berpirsyariya hin xalên wê qebûl nekiriye û dewleta Tirk mafên zarokan yên nasnameyî û zimanî, ya ji nedîtî ve tê yan jî binpê dike.
Bang û daxwaz hat kirin ku Tirkiye wan berpirsyariyan jî li xwe bigire û pêwistiyên wan jî bicih bîne da ku zarokên bi xwe û hewildoriya xwe re lihevkirî bên gihandin.
Dîsa di raporê de hat bal hat kişandin ku mafê jiyanê di serî de mafên zarokan li Tirkiyê bi giştî û bi taybet jî li bajarên Bakurê Kurdistanê tên bipêkirin û zarok di nav şer û tundî, di şert û mercên ne aram û tendurist de derba dibin.
Bang û daxwaz hat kirin ku hemû mafên zarokan, wek xwezaya wan ya pak bê merc bên pejirandin û pêwistiyên wan jî bên bicihanîn da ku zarok bi mafên xwe mezin bibin.