Koçberên ji Belarus û Lîtwanyayê vegeriyan çîroka xwe vedibêjin

Hejmarek ji wan kesên ku dixwestin ji sînorên Belarus û Lîtwanyayê ber bi Ewropayê koç bikin, behsa çîroka bi êş û jan a li wan sînoran dikin.

Hewlêr (K24) – Hejmarek ji wan kesên ku dixwestin ji sînorên Belarus û Lîtwanyayê ber bi Ewropayê koç bikin, behsa çîroka bi êş û jan a li wan sînoran dikin.

Koçberekî Kurd di dema vegera bo Kurdistanê de li Balafirgeha Mînsk a paytexta Belarusê ji K24ê re diyar kir: “Zêdetirî 10 roj bû em tevî malbata xwe bê xwarin û bê av bûn, piraniya kesên li wê derê weke me bûn. Em ji Lîtwanyayê hatibûn Belarusê û li wir bi darê zorê em şandin Lîtwanyayê, Lîtwanya jî heta bêjî ji koçberan re xirab e.”

Herwiha ragihand: “Kesên li Lîtwanyayê têne desteserkirin, li wan didin, pere û kelûpelên wan ji wan distînin û wan tazî dikin.”

Ew ji welatiyên Kurdistanê daxwaz dike ku kes berê xwe nede wan sînoran, ji ber ku derketina ji wan sînoran tune ye.

Jineke koçber a Kurd ku li sînorê Belarus û Polandayê bû, dibêje: “Tevî zarokên xwe ji ber sermayê xew nedikete çavê me, me gelek êş û êşkence dîtin.”

Roja 18ê Mijdara 2021ê zêdetirî 400 koçberên Kurd ji Belarusê bi daxwaza xwe û bi hevkariya hemahengiya hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

Çend hefte ne bi sedan koçber li ser sînorê Belarusê di vê sir û seqemê de asê mane û rê ji wan re nayê dayîn ku derbasî Ewropayê bibin.