Serok Barzanî û Seroka Ofîsa YEyê rewşa Iraqê gotûbêj kirin
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Mijdara 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û hevkêşeyên siyasî yên nû yên qada siyaseta Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret hilbijartinên Parlamentoya Iraqê weke nimûneyî wesf kir û li ser vê mijarê Serok Barzanî pêzanînên wî ji bo rola rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê hebû di proseya alîkarîkirin û çavdêriya birêveçûna hilbijartinan de.
Gefa terorê û rewşa Sûriyê mijarên din ên hevdîtinê bûn.