Koçberên ji Belarusê vegeryane: Qaçaxçiyan em xapandin

Koçber dibêjin, ew bê xwarin û vexwarin di nava daristanan de mabûn
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Hejmarek ji koçberên ji sînorê Belarusê vegeriyane Kurdistanê diyar dikin ku ew ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine xapandin û ew bê xwarin û vexwarin di nava daristanan de man.

Zîna Xelef ku xelka Şingalê ye û ji dema êrîşa DAIŞê ve ligel malbata xwe koçberî kampeke Duhokê bûbû, piştî ji ser sînorê Belarusê vegeriya ji K24ê re got: Qaçaxçiyan em xapandin. Wan got ku tenê 3 demjimêran em ê bigihin Polandayê, lê ne rast bû.

Got jî: Em 8 sal in wek koçber di bin konên kampê de dijînin. Me xwast em biçin Almanya, ji bo pêşeroja zarokên xwe dabîn bikin, lê qaçaxçiyan em xapandin. Em çend rojan di nava daristanên Belarusê de bê nan û av man û me 20 hezar Dolar jî zirar kir.

Gewrê Osman jî pîrejineke Şingalî ye û ligel malbata xwe ji Belarusê vegeriyabû, dibêje: Em 13 rojan li nava daristanan bê nan û av man. Zarokên me ji birçîbûn û sermayê westiyan.

Roja 18ê Mijdara 2021ê, zêdetir ji 400 koçberên Kurd û Ereb bi dilê xwe û bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ji Belarusê vegeriyan. Proseya vegera koçberan jî berdewam dibe.