Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê kêşeya koçberên li ser sînorê Ewropa guftûgo dikin

Her du aliyan di pêwendiyeke telefonî de behsa kêşeya koçberên li ser sînorê Belarusê asê mane û mana hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves le Drian di pêwendiyeke telefonî de behsa kêşeya koçberên li ser sînorê Belarusê asê mane û mana hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn kirin.

Di pêwendiyê de, rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê û beşdarî û mana Amerîka li Rojhilata Navîn hatin guftûgokirin.

Derbarê rewşa koçberan de, her du aliyan hevnêrîn bûn ku ew bûne qurbaniyên destê bazirganên mirovan, qaçaxçiyan û lîstikên siyasî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi vegera sedan koçberan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo her hevkarî û hevahengiyeke pêwîst ji bo vegera arazûmendane ya koçberan nîşan da.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Wezîrê Derve yê Fransayê kir, ew jî bi rola xwe gihandina hevkariyan ji bo koçberên ku asê mane rabin.

Wezîrê Derve yê Fransayê bi pêzanîn behsa rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir yên li hember tawanbarên ku bazirganiyê bi mirovan dikin, hatine girtin. Spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku bi lez bi berpirsên Hikûmeta Federalî li Bexdayê û welatên Yekîtiya Ewropa re, hevahengî kir û hewla çareserkirina vê pirsgirêkê da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê li hev kirin ku tîmeke teknînkî ji Parîsê serdana Herêma Kurdistanê Bexdayê bike, ji bo pêdaçûn û girtina rêkarên pêwîst.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya berdewamiya pêwendî û hevahengiyê di navbera her du aliyan de.