Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî Konsulê nû yê Îtalyayê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Îtalya li Herêma Kurdistanê Michele Camerota kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê 23ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Konsulê nû yê Îtalya li Herêma Kurdistanê Michele Camerota kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hemû piştevaniyeke ji bo serkeftina wî ya di erkên wî yên li Herêma Kurdistanê de derbirî.

Herwiha spas û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya serbaziya Îtalya li Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî DAIŞê û alîkariya wan a Pêşmerge bi taybetî li rûyê meşq û rahênanê ve û hevkariyên miroviyên ji bo koçber û penaberan dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsulê nû yê Îtalya xweşhaliya xwe nîşan da ku li Herêma Kurdistanê dest bi kar dike û hêvî xwest bikare peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibe bi taybetî di warên bazirganî, aborî, kultûrî û perwerdeyiyê de. Herwiha spas û pêzanînên Îtalya ji bo rola Herêma Kurdistanê ya di rûbirûbûna DAIŞê de derbirî.

Rewşa belavbûna virusa Korona û pandemiya Covid- 19, karê tîmên Îtaliyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê yên li warê şûnewariyê da, egera vekirina beşa zimanê Îtalî li zanîngehên Herêma Kurdistanê û geşta raste rast ya asmanî ji Îtalya ve bo Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.