Asayişa Silêmaniyê: Hin kes û alî hewl didin berê xwepêşandan biguhêrin

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê: Hin kes û alî ji bo armancên xwe yên siyasî hewl didin, berê xwepêşandan bi derxistina aloziyan biguhêrin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê radigihîne, hin kes û alî ji bo armancên xwe yên siyasî, hewl didin berê xwepêşandan bi derxistina aloziyan biguhêrin.

Asayişa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di demekê de ku xwendekar bi riya xwepêşandanên şaristanî daxwazên xwe diyar dikin, mixabin hin kes û alî ji bo armancên xwe yên siyasî, hewl didin berê xwepêşandan bi derxistina aloziyan û tundûtûjiyê bê guhartin.”

Di daxuyaniya de Asayişa Silêmaniyê: “Ji mafê hemû kesan e di çarçoveya yasayê de û ji bo berjewendiyên giştî, daxwaza mafên xwe bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin, di heman demê de jî erkê me ye rê li ber binpêkirina yasayê û têkdana ewlehî û aramiya bajêr bigirin.”

Ev daxuyaniya Asayişa Silêmaniyê di demekê de ye, çend roj in xwendekarên zanîngeh û peymangehan bi daxwaza vegerandina dermaleyê, xwe pêşan didin, lê di xwepêşandanan de alozî derket û hin kesan êrîşî saziyên hikûmî û partiyan kirin û hin kesan jî sivikî bi ala Kurdistanê kirin. Bi gotina çavdêrên siyasî jî, destê hin kes û aliyan ketine nava xwepêşandanên xwendekaran.