Alîgirên PKKê "rêbera tundûtûjiyê" didin xwendekaran

Rêberek ji bo arastekirin û fêrkirina rûbirûbûna li hêzên ewlehiyê amade kirine û didin xwendekarên ku ji bo hinek daxwazên xwe, xwepêşandan li dar dixin.

Hewlêr (K24) – Çend roj in alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bin navê "Tevgera Azadî" rêberek ji bo arastekirin û fêrkirina rûbirûbûna li hêzên ewlehiyê amade kirine û didin xwendekarên ku ji bo hinek daxwazên xwe, xwepêşandan li dar dixin.

Belavok bi sernavê "Rêbera Xwepêşander" bi rengê sor hatiye çapkirin û di belavokê de tê gotin: “Her dema em diçin xwepêşandanekê bi heman rêyên wê serdemê diçin û bi radeyekê liv û tevgerên me dubare dibin. Em baş dizanin ku em ê çend şehîdên din jî bidin û her wisa jî bûye, ev ji bilî wê yekê di asta pratîk û rastiyê de daxwazên me nayên cîbicîkirin û weke xwe mane.”

Di rûpela 11an a belavokê de herdû nivîskarên nenas hewl dane xortan, bi taybetî xwendekaran han bidin û desthilata xwemalî û hilbijartî weke neyar û li dijî daxwaza xwepêşanderan bi nav dikin û dibêjin: “Her dem desthilat bi awayekî dirindane ligel xwepêşanderan tevdigere û weke kesên ji kontrolê derketî û divê werin kontolkirin dihesibîne, çi bi rêya azardana wan bi gaza rondikrij be, çi bi rêya desteserkirina wan be, çi bi rêya belavkirina wan û çi bi rêya kuştina wan be.”

Di rûpela 13an de xwendekaran han didin ku dirustkirina rêxistina neyasayî û derketina ji yasayan bifikirin û hatiye gotin: “Xwerêxistinkirin yek ji xalên herî girîng ên nerazîbûnê ye, divê welatiyên beşdar, bi şêwaza bi hev re û bi sîngekî berfireh kar li ser bikin û bi hemahengiyê toreke berfireh a rêxistinî dirust bikin.”

Di rûpela 14an de xortan han didin ku ji bo xwepêşandanê destûr wernegirin û dibêje: “Destûra xwepêşandanê, yek ji hincetên bihêz ên desthilata hikumran e li hember xwepêşanderan. Pirsyara sereke ew e ku gelo pêwîstiya min bi destûrê heye ji bo rêkxistina nerazîbûna cemawerî? Bi kurt û kurmancî; na, çimkî tu bi eslê xwe ji vê desthilatê bi hêrs î, ku çendîn sal in gendeliyê dike û mafên xelkê dixwe û te diçewisîne, bêguman destûr jî nade nerazîbûnê, ku li dijî berjewendiyên xwe be û gef be.”

Li Herêma Kurdistanê ji ber pêwendiyên civakî û sirûşta erdnîgariyê, gelek ji karmendên polî û çalakiyên sivîl, kesûkar û xizm û dostên xwepêşanderan in û karmendên ewlehiyê xwepêşanderan diparêzin û xwe weke dilsozên parastina jiyan û selametiya xwepêşanderan dibînin.