Belemeya penaberan noqî avê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Belemeyeke penaberan ku ji ber bi Brîtanyayê bi rê ketibû, li nêzîkî bajarê Calais ê Fransayê noqî avê bû û di encamê de 27 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya AFPê, belemeyeke penaberan ku ber bi Brîtanyayê bi rê ketibû, noqî avê bû û rayedarên Fransî û Brîtanî bi hev re xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.
Serokwezîrê Fransayê Jean Castex li ser mijarê daxuyaniyek da û ev bûyer weke karesatek bi nav kir û ragihand ku kesên mirine, bûne qurbaniyên destê qaçaxçîtiya mirovan.