Li Silêmaniyê dîdara Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê birêve çû

Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê bi navê “Pêşeroja Iraqê û Pêgeha Herêma Kurdistanê di Hikûmeta Nû de” dîdarek li Silêmaniyê li dar xist.

Hewlêr (K24) – Îro 24ê Mijdara 2021ê li Silêmaniyê bi amadebûna hejmarek ji pispor û şarezayan, dîdara Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê ya bi navê “Pêşeroja Iraqê û Pêgeha Herêma Kurdistanê di Hikûmeta Nû de” birêve çû.

Siyasetmedar Şêrwan Şemêranî di dîdarê de diyar kir; ewên hewl didin şêweya hikumraniya Iraqê li parlamentoyê biguherînin, dibêjin qey heta hetayê ew bi xwe dê xwedî serokwezîriyê bibin, serokwezîr jî tê wateya hikûmet û hemû desthilat.

Şêrwan Şemêranî destnîşan kir: “Eger tu bikarî bi mentiqa destûrê bixebitî, divê rê ji bo wan kesan were dayîn ku di hilbijartinan de serkeftin bi dest xistine.”

Komîsyara li Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê Besme Hebîb jî di dîdarê de ragihand; li ser wan kemîneyên ku di xwepêşandanên cotmehê yên Iraqê de beşdar bûn, wan kursî li parlamentoyê bi dest xistin, li hember vê, jin jî vê carê bi awayekî neçaverêkirî hatin pêş, ku 97 kursî li parlamanetoyê bi dest xistin, ji vê hejmarê 57 kesan karîn bi hêza xwe deng bi dest bixin.

Mamosteyê zanîngehê Dilşad Namiq diyar kir; li derveyî Iraqê jî heymeneyek heye ji bo pêkanîna hikûmetekê, ev rastiya Iraqê ye, loma proseya siyasî li Iraqê bi vê şêweyê ye ku dema kesên tên ser texta desthilat, kesên hemberî xwe ditewînin, ev ne demokrasî ye.