Namzedê Îmaratê bû Serokê Interpolê

Polîsê Interpolê ragihand; Ehmed Nasir weke Serokê Rêxistina Polîsê Tawankarî ya Navdewletî (Interpol) hat hilbijartin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Interpolê ragihand; Ehmed Nasir weke Serokê Rêxistina Polîsê Tawankarî ya Navdewletî (Interpol) hat hilbijartin.

Polîsê Interpol li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir; namzedê welatê Îmaratê Ehmed Nasir Reîsî bo dema 4 salan weke Serokê Interpolê hat diyarkirin.

Lijneya Cîbicîkar a Interpolê ji serok û 3 endaman pêk tê, ji bilî wê 9 nûner hene ku ji hemû welatên cîhanê nûnertiya vê dezgehê dikin.

Interpol rêxistineke navdewletî ye ji bo lêkolîn û desteserkirina tawanbaran li hemû cîhanê, weke rêxistineke hikûmî, 195 welat tê de endam in û bi hev re di hemahengiyê de ne.

Welatên endam, agahî û zanyarî li ser tawanan didin hev, baregeha sereke ya Interpolê li bajarê Leon ê Fransayê ye, ji bilî wê, li hemû welatên cîhanê ofîsên wê hene.