Welatiyên ku berê xwe didin Ewropayê dibin qurbaniyên qaçaxçiyan

Qaçaxçiyên ku bi jiyana welatiyan dilîzin, salane bi sedan hezar dolar bi dest dixin.
Koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê
Koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê

Hewlêr (K24) – Qaçaxçiyên ku bi jiyana welatiyan dilîzin, salane bi sedan hezar dolar bi dest dixin. Malbatek behsa ezmûna xwe dike, ku çawa tevî dayîna 30 hezar Dolar bo qaçaxçiyan, weke ajalan bi wan re tevgeriyane.

Qaçaxçiyek dibêje niha ji ber helwesta Belarusê nebe, gelek kes li bendê ne ku bi beleman wan derbas bikin, eger di belemê de cihê pênc kesan hebe, ew 10 kes bar dikin.

Bûrîn Mehmûd ku bi eslê xwe ji Sûriyê ye û bûye qurbaniyê qaçaxçiyan, ragihand: “Em çûn Belarusê, li wir pere li cem me nema, heta wê astê ku pereyê nan jî nemabû, min qaçaxçiyan re got 'ez vedigerim Iraqê', ji min re gotin 'tu nikarî vegerî'.”

Yadgar, dayîka Bûrîn û qurbaniyê qaçaxçiyan dibêje: “Dema em çûn Belarusê, em nizanibûn çawa ji bo xwarinê pere bikeve destê me, gelek dijwar bû, qaçaxçiyan got 'em pereyê we nadin', me got 'qet nebe me vegerînin, em dixwazin vegerin malê', lê belê wan got em nikarin vegerînin, ew weke ajalan bi me re tevdigeriyan.”

Ji ber serma û birçîtî û dijwariya rê, beşek ji koçberan biryara vegerê dan, beşek ji wan jî li ser sînor û li nav daristanên Belarusê mane, roja 18ê vê mehê karwanekî koçberan ji Belarusê gihîşte Hewlêr û Bexdayê, ku hejmara wan 431 kes bû.”

Beriya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku çend qaçaxçî hatine desteserkirin û herwiha welatiyan jî agahdar kir ku bi gotinên qaçaxçiyan nexapin.

Heta niha ji ber sermayê 11 koçber li ser sînorê Belarus û Polandayê jiyana xwe ji dest dan.