Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Ewropayê daxwaza çareseriyeke bingehîn ji bo penaberan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Ewropayê daxwaza çareseriya bingehîn ji bo kêşeya penaberan dike

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku hemû bi hev re çareseriya kêşeya wan koçberan bikin ku li sînorên navbera Belarus û Polandayê asê mane, herwiha nîgeraniya xwe li hember rewşa xirab a wan kesan, bi taybetî jî rewşa zarokan nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji herdu rojnameyên Frankfurter Allgemeine Zeitung -FAZ û Die Welt ên Almanî re axivî û diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşbîniya derketina wê kêşeya li ser sînorê Belarus û Polandayê nekiriye.

Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye; kesên ku koç kirine, tenê xelkê kêmdahat nebûn, beşek ji wan dewlemend in û hemû jî vîzeyên wan hebûn û bi awayekî asayî û yasayî bi rêya balafirgehê geşta xwe kirine. Çûne Îmarat û Tirkiyê û ji wir geşt kirine, rasterast ji Herêma Kurdistanê neçûne Belarusê.

Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung -FAZ

Serokwezîr bal kişandiye ser wê yekê ku rayedarên Ewropayê gelek hewl dane ji bo rêgirtina li ber pêla koçberiya bo welatên wan ji sînorê Belarusê, herwiha hêviya xwe aniye ziman ku hewldanên bi vî rengî bidin ji bo çareseriya sedemên sereke yên vê kêşeyê di dema kurt û dirêj de.

Mesrûr Barzanî diyar kiriye: “Pêwîstiya me bi piştevaniya rûbirûbûna torên tawankar heye, ewên ku xelkê me bi awayekî neyasayî û qaçax vediguhezînin Ewropayê û wan dixapînin ji bo vê geşta metirsîdar. Ew tawankar ne tenê li ser asayîşa Herêma Kurdistanê, li ser hemû welatên Ewropayê havêna gefê ne û metirsî ne.”

Herwiha destnîşan kiriye ku divê Almanya û welatên Ewropayê bi giştî, xebatên zêdetir ji bo çareserkirina vê kêşeyê bikin, herwiha divê pabendiyên xwe zêdetir bikin li ser alîkarî û pêşketina Iraqê.

Rojnameya Die Welt

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku Iraqê welatekî dewlemend e û pêwîstiya wê bi alîkariya darayî tune ye û serweta pêwîst heye, lê belê pêwîstiyeke mezin ji bo piştevaniya çaksaziyê heye ji bo rûbirûbûna gendeliyê.

Mesrûr Barzanî behsa wan kêşe û girîftan kiriye ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Iraqê dê rûbidin û bandoreke wêrankariyê bi ser rewşa Iraqê de bibe, çimkî welatên rojava divê bizanin ku di dema vekişînê de Iraqê ji iraqiyan re nahêlin, ji wan hêz û aliyan re dihêlin ku berjewendî û nirxên me yên hevbeş ligel wan tune ye.