Nêzîkî hezar koçberên din ji Belarusê vedigerin

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand; di nava 24 demjimêrên bê de nêzîkî hezar koçberên din dê ji Belarusê vegerin Iraqê.
Koçberên li Belarusê vedigerin, wêne: AFP
Koçberên li Belarusê vedigerin, wêne: AFP

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand; di nava 24 demjimêrên bê de nêzîkî hezar koçberên din dê ji Belarusê vegerin Iraqê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand; Wezîrê Derve Fuad Husên ligel hevtayên xwe yên Ewropayê di pêwendiyê de ye û ji bo rêgirtina li bazirganîkirina bi welatiyên Iraqê ji aliyê qaçaxçiyan ve, hewldanên xwe didomîne û Bexda pêşwazî li vegera koçberan dike.

Ehmed Sehaf eşkere kir ku Wezareta Derve, balyozxaneyên Iraqê yên li Moskow û Warşova raspartiye ku tîmên dîplomasiyê bişînin cihên mana koçberan ên li welatên Belarus, Lîtwanya û Polandayê û hêsakarî ji bo vegerandina koçberan bikin.

Li gor daxuyaniyê; di karwanê yekem de 431 koçber, di duyem de 176 koçber, di sêyem de 435 koçber gihîştin Iraqê û tê çaverêkirin ku îro 431 koçber bigihîjin û sibe jî 430 koçberên din vegerin.