Li Wanê erd heviya

Li navçeya Bêgirê ya Wana Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Bêgirê ya Wana Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Erdheja bi hêza 4.2 ya ku serê sibê rû da, bû sedem ku metirsî di nava xelkê de belav bibe.

Rewangeha Kandilli ragihand, erdhej di demjimêr 06.59an de li navçeya Bêgirê ya Wanê rû daye û hêza wê 4.2 bû.

Li aliyê din Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) diyar kir, hêza erdhejê li Bêgirê 3.9 bû û kûrahiya wê jî 9.13 kîlometre di binê erdê de bû.

Roja 22 vê mehê jî, li navçeya Koprukoy a ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.7 pile erd hejiyabû.