Mesrûr Barzanî: Armanca me ew e Herêma Kurdistanê bibe navendeke bazirganiyê ya girîng li herêmê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Seroka Encûmena Bazirganiyê ya Brîtanî – Iraqî (IBBC) Baroness Emma û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, Baroness Emma kurteyek derbarê kar û çalakiyên encûmena xwe pêşkêş kir, bi taybet dawî konferansa xwe ku li bajarê Dubey hat kirin û taybet bû bi pêşxistina pevguhartina bazirganî û weberhênanê di navbera Brîtanya û Iraq û Herêma Kurdistanê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê raonahî xiste ser çaksaziyên kabîneya nehem a hikûmetê û karkirina bi arasteya berfirehkirina aborî û jêderên dahatê. Tekez kir jî ku armanca wan ew e, Herêma Kurdistanê bibe navendeke bazirganiyê ya girîng li herêmê.