Daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî gotûbêja ligel xwendekaran

"Armanca me ew e ku asta xwendinê ber bi asteke baştir bibin, şêwaza jiyana xwendekaran baştir bikin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel hejmarek ji xwendekarên zanîngehê civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel hejmarek ji xwendekarên zanîngehê civiya

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî gotûbêja ligel xwendekarên zanîngehan ên Kurdistanê ragihand: “Em hewl didin bi awayekî bingehîn kêşeyên xwendekaran çareser bikin û alîkariya xwendekarên kêmdahat bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez gelek kêfxweş im ku îro li Zanîngeha Selahedîn ev derfet hat pêkanîn û ez spasiya Wezîrê Perwerdehiya Bilind û Zanîngeha Selahedîn û serokê vê zanîngehê dikim ku ev derfet pêk anîn, da ku ji nêzîk ve gotinên xwendekarên xoşewîst guhdarî bikin, ku ji hemû zanîngehên Kurdistanê hatine û li vir beşdar in, me ji nêzîk ve guh da kêşe û pêşniyar û daxwazên wan.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em raman û nêrîna hikûmetê, siyaseta hikûmetê ji bo perwerdehiya bilind û perwerdehî bi giştî, aboriya Herêma Kurdistanê, stratejiya me ji bo pêşeroja Herêma Kurdistanê axivîn û daxwazên wan rewa ne û xwendekar daxwaz dikin, tiştê di şiyana hikûmetê de ye em dikin, berî hemûyan jî di bernameya me ya sereke ya xebatê de ev heye, ku em beşên navxwe yên zanîngehê ava pêk bînin û xwendekarên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û kêmdahat in, em vê mijarê bi awayekî taybet dinirxînin, da ku bi awaykî bingehîn van kêşe û girifan çareser bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Armanca me ew e ku asta xwendinê ber bi asteke baştir bibin, şêwaza jiyana xwendekaran baştir bikin û derfetên kar ji bo xwendekaran pêk bînin, da ku piştî xwendinê tûşî vê kêşeyê nebin, ku nizanin biçin kû derê.”

Herwiha ragihand: “Ev peywireke hevbeş e li ser me û xwendekar û hemû xelkê Kurdistanê, ku em hemû erk û mafên me hene û em hêvî dikin hemû bi hev re bikarin xizmeta welatê xwe bikin û pîrozî û sembola vê netewe û niştimanê bilind rabigrin û hemû cûre tundiyê şermezar bikin, çi li hember xwendekaran û çi jî li hember hêzên ewlehiyê.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Bêrêziya ku li hember Ala Kurdistanê hat kirin, yan li hember pîroziyên vê netewe û niştimanê tê kirin, em şermezar dikin, ez bawer im xwendekar jê dûr in, ew kesên bêrêzî kirine dê rûbirûyî yasayan bibin. Di heman demê de ez spasî û destxweşî li asta bilind a xwendekarên xoşewîst dikim ku bi awayekî gelek zanistî daxwazên xwe pêşkêş kirin, em jî tiştê di şiyana me de be texsîr nakin û di xizmeta wan de ne, em hêvî dikin ku di hemû qonaxên xwendinê de serkeftî bin û piştî xwendinê jî.”