AK Partî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Elewiyan gavên nû diavêje

Hikûmeta AK Partiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Elewiyan xebateke nû daye destpêkirin.
kurdistan24.net

Dêrsim (K24) - Hikûmeta AK Partiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Elewiyan xebateke nû daye destpêkirin û bi nûner û rêveberên Elewiyan re hevdîtin tên kirin. Li gorî çavkaniyên nêzî hikûmetê, nûner û rêvberên sazî û rêxistinên Elewiyan hatin guhdarîkirin, pirsgirêk û daxwazên wan hatine tomarkirin. Elewî xwedî nêrînên cûda ne lê ew dibêjin; heger çareseriyeke rasteqîn tê xwestin divê Elewî xwedî pêgeh bin û ev pêgeh bi destûrê were parastin.

Li ser daxwaza Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan, siyasetmedarên AK Partiyê serdana hezar û 858 Malên Cemê yên li 58 bajaran kirin. Li gorî zanyariyan, Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Geştyarî û Çandê xebatan dimeşînin. Di vê hewla nû de daxwaz û pêwîstiyên Elewiyan tên guhdarîkirin û tomarkirin.

Bajarê Dêrsimê jî yek ji navendên elewiyan e. Her çiqas ji ber aloziyên salên borî Dêrsimê gelek koç dabe jî serjimêreke berbiçav ya elewiyan li bajêr û navçeyan dijîn.

Serok û Pîrê Mala Cemê ya Dêrsimê Alî Ekber Yurt dibêje; wî heta niha 6-7 caran bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtin pêk aniye û jê re behsa pirsgirêkên elewiyan kiriye. Li gorî Alî Ekber Yurt heger elewî wekî xwe bên qebûlkirin dê pirsgirêkên wan çareser bibin. Alî Akber Yurt tîne zimên ku, mafê elewiyan jî heye ku di rêveberiya dewletê de cih bigirin.

Alî Akber Yurt ji K24ê re diyar kir: “Em elewî jî baca xwe didin lê ji nîmetên bacê sûdê wernagirin. Dewlemend û xizanên elewî jî baca xwe didin. Em hemû diçin nexweşxaneyan, em hemû di ser piran re diçin lê em hemû naçin mizgeftan. Divê pêgeheke Malên Cemê jî hebe. Divê li gorî serjimêra elewiyan di nava rêveberiya dewletê de qadroyên wan hebin. Wek mînak; em bêjin ji %10ê serjimêra Tirkiyeyê elewî ne divê ji %10ê parêzger jî ji elewiyan bin. Divê %10ê qeymeqaman, %10ê dadger û dozgeran, %10ê rêveberên ewlekariyê elewî bin. Kî çi bêje bila bêje, em li gotinan nanêrin, em li gavên şênber dinêrin.”

Tê gotin ku li Bakur û Tirkiyeyê 13-15 milyon elewî hene. Daxwazên elewiyan ne tenê naskirina pêgeha Malên Cemê û dayîna lêçûnan e. Ew daxwaza naskirina pêgehekê dikin. Rayedarên hikûmetê dibêjin; divê elewî jî di nava xwe de li hev bikin. Hê jî li ser mijara pêgeha Malên Cemê biryarek nehatiye dayîn. Hin rêxistinên elewiyan ji hev cida difikirin.

Hevserokê Giştî yê Komeleyên Demokratîk yên Elewiyan (KED) Musa Kulu got; ji heyama Selçûkiyan heta niha her tê xwestin ku çanda elewiyan were tekbirin. Musa Kulu dibêje; bila ti kes wan pênase nekin, ti daxwazeke wan ji dewletê nîne, ew heta niha bi pariyê rizayê jiyan e.

Musa Kulu destnîşan kir: “Dêrsim wekî serkaniya elewîtiyê ye. Ji bo berdewamiya çand û dîroka xwe em li serkaniya xwe ne. Di ti xebatekê de bi xwediyên riya heq re ti hevdîtin nehatine kiribine. Armanca pergalê ya rasteqîn ew e ku me asîmîle bike. Rayedarên Tirkiyeyê dixwazin her kesê bikin tirk û misilmanên henîfî. Ev yek li dijî yasayên heq in, ev li dijî xuliqandina mirovatiyê ye. Ji ber vê yekê em qebûl nakin, em tiştekî daxwaz nakin, em tenê dixwazim em wekî xwe bên qebûlkirin.”

Aliyekî nûnerên sazî û komeleyên elewiyan dibêjin; ew tiştekî daxwaz nakin tenê dixwazin wekî xwe, bi çand û baweriya xwe werin qebûlkirin. Aliyeke nûnerên rêxistinên elewiyan jî dibêjin; divê pêgeha elewiyan hebe û ev pêgeh bi destûrê bê naskirin, saziya karûbarên ol û baweriya elewiyan were sazkirin, xercîneyên Mala Cemê werin dayîn, pîr û xebatkarên Mala Cemê bibin xwedî miaş. Nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêkên elewiyan heta ku bigihin encamekê dê berdewam bike.