Mesrûr Barzanî: Pêwîst e bilez navendên ewlehiyê yên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê bên aktîvkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê : Ev çendîn car e me hişyarî derbarê metirsiyên DAIŞê û bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand, “Ev çendîn car e me hişyarî derbarê metirsiyên teroristên DAIŞê û xwebirêkxistina wan bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dane ku sûdê ji valahiya ewlekariyê ya li wê herêmê heye dibînin.”

Çekdarên DAIŞê derenegê şeva borî êrîşî ser sengerên Pêşmerge li gundê Kuleco yê li Germiyanê kir, Pêşmergeyan rûbirûyî çekdaran bûn û êrîşa wan şikand, lê belê di encama teqîna bombeyekê bi Hummereke Pêşmerge de, 5 Pêşmerge şehîd bûn.           

Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê derbarê de peyamek belav kir û tê de got: “Nûçeya şehîdbûna hejmarek ji Pêşmergeyên qehreman şeva borî li sînorê Kulaco ku di dema hawarhatina bi hevsengerên xwe de şehîd bûn, gelekî xemgîn kirim. Hevxemiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên wan dikim û daxwaz ji Xwedêyê mezin dikim, giyanê wan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûna zû jî ji birîndaran re dixwazim.

Serokwezî Mesrûr Barzanî tekez dike, “Ev çendîn car e me hişyarî derbarê metirsiyên teroristên DAIŞê û xwebirêkxistina wan bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dane ku sûdê ji valahiya ewlekariyê ya li wê herêmê heye dibînin û bûne metirsiyeke cidî li ser ewlehî û xelkê wê herêmê. Ji ber wê, pêwîst e bilez navendên ewlehiyê yên hevbeş ên di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevahengiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bên aktîvkirin, ji bo valahiya ewlehiyê ya li wê herêmê heye, bê dagirtin. Ji bo vê mebestê jî, me Wezareta Pêşmerge rasperdiye amadekariyên zêdetir bikin û rêkarên pêwîst bigirin ji bo sînordarkirin û nehîştina gefên teroristên DAIŞê û rêgirtin li gihandina ziyanê bi hêzên Pêşmerge û xelkê herêmê.”