Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Brîtanya li Hewlêrê David Hunter amade bû, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, dawî pêşhatên ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û hewlên ji bo pêkanîna hikûmta nû ya Iraqê hatin kirin.
Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî de ji bo parastina aramiyê û rûbirûbûna terorê, mijarên din ên wê hevîdtinê bûn.