Mesrûr Barzanî: Tevî hemû qeyranan, me karî xweragir bin

"Tevî hemû qeyranan, me karî xeragir bin û ji bo pêşketin û geşbûn û vejandina welatê xwe û nehiştina gendeliyê pêngavan biavêjin."

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di kanala Sky News Erebî de bersiv da pirsên pêşkêşkara navdar Cîzal Xûrî û ragihand; tevî hemû qeyranan, me karî xeragir bin û ji bo pêşketin û geşbûn û vejandina welatê xwe û nehiştina gendeliyê pêngavan biavêjin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û şert û mercên ku Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar kir, ragihand: “Weke hûn dizanin, her îdareyek çar sal kar dike beriya bigihîje hilbijartinan, bi wê hêviyê ku di wan çar salan de hinek pêşketin di warê geşedana navçeyê de bi dest bixe tevî dabînkirina asayîş û geşeya aborî, mixabin di dema destbikarkirina me de vîrusa Koronayê serî hilda û buhayê petrolê daket, pêwendî jî bi Bexdayê re baş nebûn, dahat kêm bû.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Tevî hemû van tiştan, me dest bi çaksaziyê kir û me karî xweragir bin, tenê ev jî nebû, me karî dest bi projeyan bikin û rewşa Kurdistanê ji aliyê aborî û ewlehiyê ve pêş bixin. Niha em di nîvê rê de ne û em hêvî dikin ku em di asteke baş de bin. Em dixwazin Kurdistan li ser rêya rast be û ber bi pêşketina zêdetir pêngavan biavêjin.”

Pêwendiyên ligel Bexdayê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê diyar kir: “Bi sirûşta rewşê, pêwendî baş bûne, lê belê hîn jî kêşeyên navbera me bi temamî çareser nebûne, çar sal in hikûmeta Bexdayê ti pere ji Kurdistanê re neşandine, Kurdistan pêwîst bû ji bazirganên petrolê û xelkê xwe û heta Banka Navendî ya Iraqê jî deyn bike, ev jî bû sedema serhevbûna deynên çend milyar Dolar û ev deyn weke mîrat ji me re man û em jî rûbirûyî astengên Korona û kêşeya bazirganî û daketina nirxê petrolê bûn, hemû van tiştan jî bûn sedema wê yekê me nekarî pêngavên bilez ber bi pêşketinê biavêjin û me karî xweragir bin û erkê xwe di dayîna mûçeyan de cîbicî bikin.”

Herwiha da zanîn: “Em ji bo ku pêwendiyên xwe yên ligel Bexdayê baş bikin pile bi pile xebitin. Pêwendiyeke me ya baş ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî heye û em çaverê dikin ku em vê pêwendiyê baştir û bihêztir bikin.”

Gendelî

Li ser pirsa gendeliyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Asta gendeliya ku heye li gor navçeyên din ên Iraqê gelek kêmtir e. Me hewla jiholêrakirina wê daye û ev di xebatên me yên pêşî de ye. Asta gendeliyê bi awayekî berçav daketiye, lê belê bi dawî nebûye, ev li piraniya welatan heye, li gor navçeyên din, Kurdistan di rewşeke gelek baştir de ye. Heta ji rewşa hinek welatên cîran jî baştir e.”

Koçberî

Li ser mijara koça welatiyan jî, Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Em bi hûrgilî û bi awayekî sift çavdêriya vê mijarê dikin. Ez ligel serokwezîrên Polanda, Almanya û heta hikûmeta federalî ya Bexdayê jî axivîme ji bo çareserkirina vê kêşeyê, lê belê du mijarên dualî hene, yek ji wan; aliyê mirovî ye, ya duyem jî; aliyê siyasî ya vê mijarê.”

Herwiha destnîşan kir: “Ez bi hemû baweriyê dibêjim, ti kesek ji wan koçberan ji ber gendelî û zextên cûr bi cûr neçûne Belarusê, wan kesan bi hezaran Dolar dane qaçaxçiyan û bazirganên siyasî û çûne Belarusê û li wir têne bikaranîn weke karta milmilaniya dijî Yekîtiya Ewropayê. Ew kes li pey derfeta jiyaneke baştir çûn, ne ji ber bêkarî û wan bangeşeyên ku ti car bi rastiyê ve hev nagirin, ti car ji ber hejariyê nebû.”

Mesrûr Barzanî da zanîn ku xelkê biyanî ji bo xebatê têne Kurdistanê û li ser vê mijarê got: “Ez dixwazim vê yekê bêhtir zelal bikim, me zêdetirî milyonek penaber û aware hewandine û ji ber asayîş û derfetên kar û seqamgîriyê berê xwe dane Herêmê û bi hezaran kes ji Asya, Tirkiye, Îran û beşên din ên Iraqê hatine Kurdistanê û dixebitin. Kesên ku çûne Belarusê ji ber bêkariyê neçûn, çimkî bi hezaran kes ji bo kar hatine Kurdistanê, bêguman qaçaxçî û bazirganên siyasî ew kes xapandine û ji bo mebestên siyasî şandine Belarusê.”

Herwiha eşkere kir: “Ez bi xwe gelek nîgeran im ji rewşa jiyana wan û em amade ne ku bi alîkariya ligel hikûmeta federalî ji bo vegerandina wan bixebitin. Niha ji wan bi sedan kes vegeriyan Herêma Kurdistanê û pêşwazî li wan hat kirin.”

Hilbijartinên Cotmehê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Xelk dengê xwe dan, ji ber gelek mijaran rêjeya beşdariyê zêde nebû, beşek ji wan kêşeyan teknîkî bûn, gelek kes ji dengdanê bêhêvî bûn, çend sedem li paş nizmbûna asta beşdariyê hebûn, mijareke din a girîng heye û divê li ber çavan were girtin, hemû ewên dengên wan zêde bûne merc nîne ku kursiyên wan zêde bûbe, pêwendiya wê bi sîstema hilbijartinê hebû, Iraq yek bazne nebû, fire bazne bû, partiyên ku rêkxistina wan a bi hûrgilî tunebû, li gor vê sîstemê nekarîn kursiyên pêwîst bi dest bixin, lê belê partiyên ku rêkxistina wan a bihêz hebû, gelek kursî bi dest xistin. Em hêvî dikin her kes rêz li encaman bigrin, di dawiyê de jî, ev prose her çar sal carekê dubare dibe.”

Li ser redkirina encamên proseyê û hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Destpêkê derbarê êrîşa ku bi ser mala Serokwezîr de hat kirin, divê em li benda encamên lêkolînê bin. Me ew êrîş şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo Serokwezîr nîşan da, divê lêpirsîn li berpirsên vê tawanê were kirin, heta niha bi fermî navê kesekî nehatiye gotin û navê ti aliyekî nehatiye ziman û bi hûrgilî nayê zanîn berpirsê vê tawanê kê ye û em çaverêya encamên lêkolînê dikin û wê demê her kes dê gotina xwe bibêje.”

Herwiha da zanîn: “Kesên li dijî proseya hilbijartinê ne û daxwaza dubarekirinê dikin, Iraqê paşve dibin. Em hêvî dikin ewên di proseyê de encamên pêwîst bi dest xistine rêz li encamên dawî bigrin, bi armanca xebata bi hev re û ti rêyek jî tune ye ku em bi betalkirinê razî bin.”

Serokomarî

Li ser hebûna namzedekî din ê Kurd ji bo Serokomariya Iraqê, Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ev post para Kurdan e û hîn li ser vê mijarê biryar nehatiye dayîn, heta niha ti navek yekalî nebûye. Weke adetek Şîe serokwezîr, Sunnî serokê parlamentoyê û Kurd serokomar diyar dikin. Em çaverêya wê yekê dikin ku em bizanin namzedê Şîe kî ye, em hêvî dikin kesekî ku ji hemû aliyan ve hatiye pesendkirin be.”

Pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê diyar kir: “Pêwendiyeke me ya baş ligel îdareya Amerîkayê heye.”

Herwiha eşkere kir: “Ez nikarim li şûna rayedarên Amerîkayê biaxivim, ew dikarin ji bo xwe biaxivin, lê belê weke dost û hevpeyman li Iraqê destwerdan kirin û ji bo rûxandina rejîma Be'sê di sala 2003an de alîkarî kirin û hevkar bûn di şerê dijî DAIŞê de, em hêvî dikin pêwendiyeke me ya baş hebe, lê belê ji ber wan gefên ku niha rûbirûyî Iraqê bûne di herdu warên aborî û ewlehiyê de ku Iraq nikare bi tena serê xwe li ber xwe bide, pêwîstiya wê yekê aniye holê ku Amerîka û Hevpeymanan alîkar bin ji bo rûbirûbûna teror û alîkarîkirina ji aliyê aboriyê ve, em hêvî dikin bimînin heta dema ku welat bigihîje asteke baştir.”