Mîlîşyayên Iraqê gefa şerê vekirî li hêzên Amerîka dixwin

Mîlîşyayên Iraqê: Divê hêzên Amerîka bi dawiya salê re ji Iraqê venekişin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîlîşyayên Iraqê gefa şerê vekirî li hêzên Amerîka dixwin, eger bi dawiya salê re ji Iraqê venekişin.

Serkirdeyê di mîlîşyaya Esayib Ehlulheq Seid El-Seidî di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo derketina hêzên Amerîka ji Iraqê, wan rê daye hikûmeta Iraqê ku heta dawiya salê bi riyên diplomatîk vê yekê pêk bîne, eger venekişin jî, ew ê dest bi şerê vekirî li dijî hêzên Amerîkî bikin.

Li gor rêkeftina stratejîk a di navbera Bexda û Washingtonê de, biryar e bi roja 31ê Berçile 2021ê re, Amerîka hêzên şerker ji Iraqê vekişîne. Lê grûpên çekdaran ji wê cibicîkirina wê rêkeftinê bi guman in.

Pêştir jî, çendîn caran êrîş li ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê hatine kirin.