Li Herêma Kurdistanê 12 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 645 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 645 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 117 kes li Hewlêrê, 44 kes li Silêmaniyê, 115 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê û 3 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 410 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 376127

Mirin: 6904

Başbûn: 363811

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.