Balyozê Amerîka pirsa vekişandina hêzên xwe bi Kazimî re guftûgo dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Amerîka li Bexdayê, vekişandina hêzên welatê xwe ji Iraqê ligel Serokwezîrê Iraqê guftûgo dike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller di hevdîtinekê de pêngava vekişandina hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê guftûgo dikin.

Li gor Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê, Balyozê Amerîka di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya aramiya Iraqê û guhartina erkên hêzên Amerîka li Iraqê kir.

Meha Hezîrana borî Amerîka û Bexdayê di çarçoveya diyaloga stratejî de li hev kirin ku heta dawiya îsal Amerîka dê hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û tenê di warê şêwirو rahênana serbazî û şerê li dijî terorê de alîkariya Iraqê bike.