Kazimî: Ti derfete ji vegera DAIŞê re nemaye

Serokwezîrê Iraqê tekezî li wê yekê dike: Hêzên me dest bi dest rûbirûyî terorê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî soza şopandina endamên DAIŞê û dadgehkirina wan.

Kazimî di serdana xwe ya ji bo Mexmûrê de got: “Em îro li navçeya Mexmûrê ne, ji bo dîtina şert û mercên wê, ji bo dîtina îlanên ewlekarî yên ji bo rûbirûbûna gefên terorîstan û rêgirtin li dûbarebûna êrîşên wan.”

Herwiha Kazimî got: “Ez ji vir û ji qada şer ve ji rêxistinên terorê re dibêjim: Xwe nexapînin, em di rûyê we de ne, em ê yek bi yek li pey we bikevin. Em ê rêberên we yek bi yek bigirin û em ê sizayeke dadmend li wan bibirin. Komên we yên perçebûyî jî di bin çavdêriya lehengên me de ne.”

Serokwezîrê Iraqê tekezî li wê yekê kir: “Ti derfetek nemaye ku careke din DAIŞ vegere. Hêzên me dest bi dest rûbirûyî terorê dibin.”
Kazimî bi serokatiya şandeke serbazî ku ji Wezîrê Berevaniyê, Sererkanê Artêşê, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Serokê Dezgeha Dije Terorê, Wekîlê Wezareta Navxwe yê Karûbarên Îstixbaratê û hejmarek serkirdeyên ewlehiyê pêk hatiye, ligel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro çû Mexmûrê.