Encûmena Asayişa Navdewetî êrîşên li Besra û Mexmûrê şermezar dike

Encûmena Asayişa Navdewetî: Pêwîst e hemû welat bi her awayî û li gorî yasayên navdewletî rûbirûyî gefên li ser aştî û ewlehiya navdewletî çêdibin bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Navdewletî êrişên DAIŞê li ser Mexmûr û Besrayê ku di encamê de hejmareke welatiyên sivîl û Pêşmerge şehîd bûn, şermezar kir.

DAIŞê roja 3ê Berfanbarê êrîşî ser gundê Xidircîcê yê li Mexmûrê kiribû û di encamê de 13 welatî û Pêşmerge şehîd bûbûn. Di teqîna pêr a li Besrayê de jî 4 kes hatibûn kuştin û 20 kes jî birîndar bibûn.

Encûmena Asayişa Navdewletî duhî Çarşemê ragihand, “Endamên Encûmenê hevxemiya xwe ya kûr ji malbatên qurbaniyan û Hikûmeta Iraqê re nîşan didin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.”

Encûmenê tekezî li ser pêwîstiya peydakirina dadweriyê ji bo qurbaniyên van êrîşên terorîstî kir û ji hemû dewletan xwast, di vî warî de hevkariyê bi hikûmeta Iraqê û aliyên din ên pêwendîdar re bikin.

Endamên Encûmena Asayişê dubare kirin, pêwîst e hemû welat bi her awayî û li gorî yasayên navdewletî rûbirûyî gefên li ser aştî û ewlehiya navdewletî çêdibin bikin.

Encûmenê herwiha piştevaniya xwe ji bo ewlekariya Iraqê û berdewamiya şerê li dijî terorê û di nava wê de DAIŞê jî dubare kir.