Amerîka: Tenê 2500 leşkerên me li Iraqê dimînin

Erkê artêşa Amerîkî li Iraqê tê guhartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Farmandarê Farmandariya Navendî ya Artêşa Iraqê General Kenneth Franklin McKenzie ragiahnd, Amerîka 2500 leşker li Iraqê dihêle.

Biryar e li gor rêkeftina di navbera Amerîka û Iraqê de, bi dawiya salê re, hêzên şerker ên artêşa Amerîka ji Iraqê vekişin.

Di wê derbarê de General Kenneth Franklin McKenzie di hevpeyvînekê bi ajansa “Associated Press” re ragihand, erkê artêşa Amerîkî li Iraqê tê guhartin.

General McKenzie got jî: Erkên hêzên me dibin şêwirmendî, pêşkêşkirina piştevaniya asmanî û alîkariyên leşkerî yên din.

Herwiha got: Mîlîşyayên ku Îran piştgirîya wan dike, di vê mehê de jî tundûtûjîya xwe li dijî hêzên Amerîkî berdewam kirin.

General McKenzie got: “Ew grûpên ser bi Îranê ve dixwazin Amerîka hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, lê belê em Iraq bi cih nahêlin.”

Di beşeke din hevpeyvîna xwe de wê generalê Amerîkî got: Beşek ji Iraqiyan hîna dixwazin em li welatê wan bimînin û em dikarin li ser vê yekê li hev bikin.”

Amerîka û Iraqê di çarçoveya diyaloga stratejî de li hev kirin, heta dawiya îsal, Amerîka hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û dê tenê di warê şêwir, rahênana serbazî û şerê li dijî terorê de alîkariya Iraqê bike.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî jî duhî ragihandibû: “Em bi fermî bidawîhatina erkên hêzên şerker ên Hevpeymaniyê û vekişîna wan ji Iraqê radigihînin.”