Kurê Ebû Omer Bexdadî û Waliyê Enbarê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderên ewlehiyê kuştina kurê rêberê El-Qaîde yê berê li Iraqê “Ebû Omer Bexdadî” û serkirdeyekî din ê wê rêxistinê radigihînin.

Jêderekî ewlehiyê ragihand, hêzeke Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê karî Suhêb Hamid El-Zawî ku kurê Ebû Omer Bexdadî ye û Waliyê Enbarê bikujin.

Di wê derbarê de, pisporê di warê El-Qaîde de Fadel Ebû Rexîf li Twittera xwe nivîsî: “Tiştê ku Îstixbarata Leşkerî kiriye serkeftineke istixbaratî ya bi kalîte ye”

Li gorî Ebû Rexîf, operasyon piştî “şopandineke bi hûrî û awarte” li biyabana Qaimê, li bakurê Rutba li biyabana Enbarê hatiye pêkanîn.

Ebû Omer Bexdadî ku navê wî yê rast Hemîd Dawûd Mihemed Xelîl El-Zawî ye, ji sala 2006an heta mirina wî di 2010an de “Emîrê Dewleta Iraqê ya Îslamî” bû.