Serok Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê destkefteke girîng a şoreşê ye û rola xwe bi başî pêk aniye

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 69emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, di peyamekê de pîrozbahî li endamên wê rêxistinê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 69emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, di peyamekê de pîrozbahî li endamên wê rêxistinê kir û ragihand, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, ezmûneke serkeftî ya beşdariya jinê di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê bûye.

Serok Barzanî peyama xwe arasteyî Sekreter û endamên Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û ragihand, “Bi boneya şêstûnehemîn salvegera damezirandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, pîrozbahiya germ li we, hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û tevahiya jinên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî tekez dike, “Yekîtiya Jinên Kurdistanê, ezmûneke serkeftî ya beşdariya jinê di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê bûye, yek ji destkeftên girîng ên şoreşê ye ku rola xwe ji bo çespandin û desteberkirina mafên jinan di qonaxên cuda de bi başî pêk aniye.”

Got jî: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê, rêxistineke têkoşer di nava şoreş û xebata gelê Kurdistanê de ye ku ji bilî piştevanîkirina şoreş û Pêşmerge, erkê xwe ji pêgehandin û hişyarkirina jinan û berevaniya li mafên wan bi cîh aniye.”

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Di serdema niha de jî, pêwîst e Yekîtiya Jinên Kurdistanê di çarçoveya kultura pêkvejiyan, medeniyet, yeksanxwazî û nehîştina tundûtûjiya malbatî û civakî de, kar ji bo hêzkirina hizra netewî, niştimanperwerî û demokrasî di nava rêzên xwe de bike.”