Partiyên opozîsyonê: Astengkirina zimanê Kurdî nayê qebûlkirin

Partiyên opozîsyonê jî dibêjin, Kurdî zimanekî qedîm yê Tirkiyê ye nayê qebûlkirin ku Kurdî di parlementoyê de bê astengkirin
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê di parlementoya vî welatî de bi sedema ku parlememterên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kurdî axaftin û behsa Kurdistanê kirin hatin astengkirin û sazakirin. Ji ber vê çendê jî HDP dibêje deshilata heyî dijî Kurd û Kurdistanê şer daye destpêkirin. Partiyên opozîsyonê jî dibêjin, Kurdî zimanekî qedîm yê Tirkiyê ye nayê qebûlkirin ku Kurdî di parlementoyê de bê astengkirin.

Ev deng û gotinên Kurdî ji parlementoya Tirkiyê bilind dibin. Parlementera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucû di dema ku parlementya Tirkiyê de bi zimanê Kurdî diaxiwe mayka wê tê girtin û serokê parlementoya Tirkiyê jê re dibêje ev gotinên te nayn famkirin û destûr ayê dayîn ku axaftina xwe berdewam bike. parlementerê HDPê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn jî dema ku di parlementoya Tirkiyê de dibêje ji Kurdistanê re azadî tê sizakirin û ji sê ciwînên lijneya giştî ya parlementoyê tê dûrxistin

Parlementerê HDPê Nusrettîn Maçîn ku ji parlementoyê hatiye drûxistin amaje pê dike ku dema mijar dibe Kurd û Kurdistan helwesteke njadperestî bi yek dengî bilind dibe. lê belê Maçîn dibêje di dilê her Kurdekî de Kurdistana Azad û kurdî heye.

Parlementerê HDPê Nusrettîn Maçîn got: “Dema ku tu meclîsê de kijan pirsgirêk be bila bie bîne ziman ji te re ceza nayê nivîsandin. Lê dema ku mesele bibe magê Kurdistanê, mafê Kurd û Kurdistan liv ê derê nijadperest tev dibin yek deng li hember parlementerên Kurdan û ew kesên ku mafê kurdan diparêze bi yek dengî wekî helwest nîşan didin.”

Herwiha rayedarên partiyên muxalefeta Tirkiyê yên weke partiya Deva û partiya pêşerojê jî amaje pê dikin ku di parlementoyê de astengkirina zimanê Kurdî nayê qebûlkirin.

Cîgirserokê Partiya Pêşerojê Ayhan Sefer Ûstûn ji K24ê re got: “Kurmancî, Dimilî, Gurckî û Boşnaqî ne zimanên biyanî yên vî welatî ne. Taybetî zimanê Kurdî bi qasî tirkî li ser vê erdnigariyê zimanekî qedîm û pîroz e û bi milyona welatiyên me diaxiwin. Ji bo ku zimanê Kurdî di jiyana rojane de bê bikaranîn û perwerdehiya wê bê dayîn bernameya partiya me eşkereye. Em rast nabînin ku Kurdî di parlementoyê de bê qedexekirin û astengkirin.”

Damezrînerê Partiya DEVAyê Abdulrahîm Aksoy: “Deshilata Ak Partiyê soz dabû ku hemû astengiyên li pêşya zimanê Kurdî rake û bi salan propagandaya vê yekê kir. Lê îro em dibînin ku dîsa li parlementoyê zimanê Kurdî qedexe ye peyva Kurdistanê suc e. Bi tu awayî em qebûl nakin ku di parlementoyê de zimanê Kurdî bê qedexekirin. Ji sedî 30î zêdetir welatiyên me kurdî diaxiwin û dûrî rastiyê ye qedexekirina Kurdî.”

Herwiha dîsa di sala 2017an de jî parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr gotibû Kurdistan heye ji ber vê çendê ji du rûniştinên parlementoyê hatibû dûrxistin û di parlementoya Tirkiyê de zimanê Kurdî her zimaneke nayê zanîn tê tomarkirin.