“Baregeha Amerîkî li Dêrazorê rastî êrîşeke bi mûşekan hat”

Hat ragihandin, çend mûşek li derdora baregeha Amerîkî li kêlgeha petrolê El-Omer ketine

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Amerîkî li kêlgeha petrolê ya (El-Omer) li rojhilatê Dêrazorê li rojhilatê, rastî êrişên mûşekî hat.

Li gor ajansa “Sputnik”, duhî çend mûşek li baregeha ku artêşa Amerîkayê li kêlgeha petrolê (El-Omer) li rojhilatê Dêrazorê bi kar tîne ketine.

Li gor zanyariyên wê ajansê, 4 teqînên li pey hev li kêlgeha petrolê ya El-Omer hatin bihîstin û dûman jî rabûn.

Destnîşan kir jî, piştî teqînan, balefirên bêfirokevan yên hêzên Amerîkayê demildest li esmanê wê kêlgeha petrolê geriyan.

Heta niha ti piştrastkirin yan redkirina vê êrîşê ji aliyê Amerîka yan Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ve nehatiye kirin.

Ev di demekê de berî çend rojan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 4 mûşek li derdora baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li kêlgeha gazê ya Konîko li gundewarê Dêrazorê ketin.

Li gorî çavkaniyên Rewangehê, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li bargeha leşkerî ya li kêlgeha Konîko perwerdeyê leşkerî dike, bêyî ku tu binpêkirineke ewlehiyê li herêmê hebe.

Di dawiya sala 2019an de, Serokê Amerîka yê berê Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê da, lê piştre li biryara xwe vegeriya û got, ew ê ji bo parastina kêlgehên gaz û petrolê, 900 leşkerên xwe li rojhilatê Firatê bihêle.