Muzexaneyên Wan û Dêrsimê di pêşbirka Muzexaneyên Ewropayê de gihiştin berî fînalê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî Girê Miraza yê Rihayê, muzexaneyên Wan û Dêrsimê yên bakurê Kurdistanê jî, di pêşbirka Foruma Muzexaneyên Ewropayê de gihiştin qonaxa beriya fînalê. Muzexaneya Wanê, 42 hezar berhemên şaristaniya Urartuyan li xwe digre ku bajarê Wanê sedan sal paytextê vê şaristaniyê bû. Muzexaneya Dêrsimê jî nîşan dide, deh hezar sal in jiyan li derdora Dêrsimê berdewam bûye û hezar cure gul û giya jî di muzexaneyê de tên nîşandan.

Bajarê Wanê sedan sal bûye navend û paytexta şaristaniya Urartu. Berhemên ji Urartuyan mane, di Muzexaneya Wanê de tên parastin ku li cîhanê wek mezintirîn muzeya Urartuyan tê zanîn. Muzexaneya Wanê li benda xelatê ye.

Rêveberê Muzexaneya Wanê Erol Uslu dibêje: “Di Muzexaneya Wanê de 42 000 berhemên dîrokî hene. Niha em 2600 berheman nîşan didin. ji hêla hejmara berhemên ve di asta cîhanê de yekem e. Endama juriya Foruma Muzexaneyên Ewropa Dîna Sorîkîna du roj hemû berhem temaşe kirine ku her 37 mercên Foruma Ewropa bicîh tînin.”

Muzexaneya Dêrsimê jî, bi dewlemendiya berhemên xwe gihiştiye qonaxa beriya dawiyê. Berhemên şaristaniyên devera Dêrsimê nîşan didin, ji dema neolîtîkê ve li vê cografya jiyan her berdewam bûye.

Rêveberê Muzexaneyê Dêrsimê Kenan Oncel got: “Ji bo pêşbirkê em amade bûn û ji ber vê me serî lê da. Ev xelata herî binirx e. Muzexaneyên 67 welatan serî lêdidin. Me hemû prose bi serkeftî li pey xwe hîştin. Em dilxweş in ku Muzexaneya Dêrsimê gihiştiye qonaxa beriya dawiyê. Ne tenê berhemên dîrokî, di heman demê de em hezaran gul û giyayên Dêrsimê jî nîşan didin.”

Di muzexaneya Dêrsimê de, li gel amûrên ji keviran hatine çêkirin, hezaran gul û giyayên Dêrsimê jî tên nîşandan. Her wiha bawermendiya Dêrsimê jî wek bi peyker û tabloyan hatine nîşandan.