Tenduristkar ji bo başkirina şert û mercên xebatê dest bi grevê dikin

Tenduristkar dixwazin mûçe û şert û mercên xebatê werin başkirin

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 5 rêxistinên tenduristiyê ji bo başkirina şert û mercên xebatê ji bo rojekê dest bi grevê dikin.

Xebatkarên tenduristiyê yên ser bi 5 sazî û rêxistinên tenduristiyê ve ne li temamê binkeyên tenduristyê bo dema rojekê dest ji kar berdidin.

Li gorî daxuyaniya hevpar ya rêxistinên tenduristiyê, dê tenduristkar biçin kar, îmzeyên xwe baxêjin lê dê kar nekin.

Rêxistinên tenduristiyê dê li Diyarbekirê di demjimêr 12.30an de li Qada Şêx Seîd daxuyaniyeke hevpar ragihînin.

Tendurustkar dibêjin; ew dixwazin mûçeyên wan werin başkirin, rê li êrişên li ser tenduristkaran bê girtin, mafên wan yên teqawîtbûnê werin sererastkirin.