Kazimî: Li Iraqê kêmxemiya dewletê yek ji sedemên tundûtûjiyê ye

Serokwezîrê Iraqê: Ya herî girîng ew e ku em li sedemên tundrewiyê bigerin û li rewşên derketina wê li Iraqê binêrin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî îro Çarşemê got ku kêmxemiya hikûmetê yek ji wan sedeman e ku hin xort serî li tundûtûjîyê didin.

Kazimî di konferansa “tundrewî û awayên rûbirûbûna wê” de li Bexdayê axivî û got, "Divê em li sedemên ku hin xortên me di tundûtûjîyê de cîh digirin bigerin û divê em wan sedeman eşkere bikin.”

Serokwezîrê Iraqê got jî: “Hin ji wan sedeman paşketin, nezantî, paşguhkirina tenduristî û perwerdeyê û xemsarî û piştguhkirina mirovan e."

Diyar kir jî: “Tundûtûjî û tundrewî bûye diyardeyeke cîhanî. Li Iraqê jî em wê diyardeyeke taybet dibînin, ji ber ku tundî di civaka me de, hin sedemên wê hene, ji wan jî kêmxemiya dewlet û hikûmetan.”

Kazimî got: “Di civaka me de gelek birîn hene, divê em hemû ji bo çareserkirina wan hevkariyê bikin. Ya herî girîng ew e ku em li sedemên tundrewiyê bigerin û li rewşên derketina wê li Iraqê binêrin.”

Serokwezîrê Iraqê got: “Di avakirina binesazî û xizmetguzariyê de têkçûn heye û hîn jî gendelî heye."

Herwiha got: “Diyalog çareserî ye, divê em ji tiştên rû dane û sedemên wê dersan derxînin. Iraqî li bendê ne ku dewleteke saziyan ava bikin û bingehên demokrasiyê xurt bikin."