Roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin

Li bajarên Kurdistanê bi boneya Roja Alayê aheng û merasîm tên lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Ala Kurdistanê li hemû dibistan û navendên perwerdeyên yên Herêma Kurdistanê tê bilindkirin û pîrozkirin.

Îro bi boneya Roja Ala Kurdistanê, bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Herêma Kurdistanê Alan Hemexerîb merasîma taybet bi Ala Kurdistanê li dibistaneke Hewlêrê tê lidarxistin.

Roja Ala Kurdistanê her sal roja 17ê Berfanbarê de tê pîrozkirin, lê îsal rojek pêştir li dibistan û saziyên fermî tê pîrozkirin ji ber ku sibe 17ê mehê dikeve dawiya hefteyê û roja Înê jî li Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.

Roja Ala Kurdistanê bi coşeke mezin li sazî û dibistanên giştî yên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce û gund û bajarokên girêdayî wan tê pîrozkirin.

Ala Kurdistanê ku 17.12.1945ê li ser avahiya hikumeta Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji wê rojê ve jî wek sembola netewî ji aliyê hemû Kurdan ve tê pîrozkirin.

Parlamentoya Kurdistanê jî di sala 2009ê biryar da, êdî her sal roja 17ê Berfanberê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin. Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê belê li seranserî her çar perçeyên Kurdistanê û li cîhanê ev roj ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin.