Wezîrê Navxwe: Nayê qebûlkirin kesek destdirêjiyê li hêzên navxwe bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di merasîma vekirina applicationa “save you” de spasiya hêzên polîs kir, ji ber ku di desteserkirina tawanbaran de, rastî zehmetiyan tên û hin caran dibin qurbanî.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, serî bi rêz ji bo şehîd (Neqîb Mihemed) ditewînin ku berî çend rojan li parêzgeha Silêmaniyê di erkê fermî de bi destê hejmarek ji tawanbaran hatibû şehîdkirin.

Wezîrê Navxwe got jî, Neqîb Mihemed di erkê fermî de di dema parastina jinekê de hate kuştin. Daxwaz ji dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê kir, lêkolînên cidî di tawana kuştina wî de bikin.

Wezîrê Navxwe diyar kir, çendîn endamên polîsan di cibicîkirina erkên xwe yên fermî de hatine kuştin, ew şehîdên welat in.

Herwiha got jî: “Di cibicîkirina yasa de, piraniya polîs û efser birîndar bûne û rastî pirsgirêkên civakî dibin û rojane gef li wan tên xwarin. Ez we piştrast dikim ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe li pişt we ne, nayê qebûlkirin kesek destdirêjiyê li hêzên navxwe bike û ti caran jî li xwîna we jî xweş nabin.”

Destnîşan kir jî: “Her kesek derveyî yasa tundûtûjiyê li hember jin, zarok yan her kesekî bike, dê rûbirûyî yasa û dadgehan bibe.”