Lehî li çend cihên Hewlêrê rabûye û ziyanên canî hene

Li Hewlêrê ji şeva borî ve baraneke xurt dibare û lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barana xurt û rabûna lehiyê, beşek ji riyên sereke yên Hewlêrê hatine girtin û ziyan gihîştine welatiyan. Parêzgarê Hewlêrê û tîmên hawarhatinê jî gihîştin cihê ziyan dîtine.

Li Hewlêrê ji şeva borî ve baraneke xurt dibare û lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û beşek ji riyan jî ji ber kombûna avê hatine girtin.

Parêzgarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Mixabin dora demjimêr 4ê sibê lehî li çend cihên Hewlêrê rabûye û gihîştina tîmên hawarhatinê jî bo wan cihan ne hêsan e.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir jî, ji bilî ziyanên madî, ziyanên canî jî ji encama rabûna lehiyê hene.

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, hemû tîmên hawarhatinê li ser karên xwe ne, lê belê hevkariya xelkê jî pêwîst e.