Platforma Zimanê Kurdî dê li Ruhayê jî şaxa xwe vebike

Şerefxan Cizîrî: Bila ti kes ji fermîbûna zimanê Kurdî netirse
Platforma Zimanê Kurdî
Platforma Zimanê Kurdî

Diyarbekir (K24) – Platforma Zimanê Kurdî bi civîneke çapemeniyê ragihand, wan biryar dane li Ruhayê jî şaxek a platformê vebikin.  Platforma Zimanê Kurdî dixwaze li Tirkiyeyê Kurdî bibe zimanê fermî û bo vê yekê jî li gel hemu beşên civakê xebatê xwe didomîne.

Platforma Zimanê Kurdî li Ruha civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînê de Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî da zanîn ku wan biryar daye li Ruhayê jî şaxa xwe vebikin. Di civîna ku li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Ruhayê hatî lidarxistin de Cigirê Serokê PAKê Vahît Aba, Serokê Şaxa Diyarbekir ê HDPê Zeyad Ceylan, Cîgirê Serokê PÎAyê Sedat doğan û nunerên saziyên sivîl jî cih girtin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî di civînê de amaje kir, wan heta niha li Mêrdîn, Semsûr û Batmanê şaxên xwe vekirine û hewlên wan hene ku li Şirnex û Wanê jî şaxên Platforma Zimanê Kurdî vebikin.

Cizîrî anî zimên ku ew ê li Ruhayê xebatên derbarê  zimanê Kurdî de li gel dildarên zimanê Kurdî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl bimeşînin.

Şerefxan Cizîrî da zanîn, Plaforma Zimanê Kurdî xebatên xwe bo fermîbûna zimanê Kurdî dimeşîne û ew dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bal kêşand ku divê tikes ji fermîbûna zimanê Kurdî netirse û heke dewlet ne dijminê zimanê Kurdî be divê van daxwazan pêk bîne.

Berdevkê platformê got, divê Kurd bikaribin di hemû saziyên dewletê de bi Kurdî biaxifin û dema Kurd bi Kurdî biaxifin jî çi zirarek ji vê nagihîje tikesan û saziyan.

Di civînê de hat gotin, mafê ziman mafê herî ji dil ê Kurdan e û divê her kes li mafê xwe xwedî derbikeve û bila tikes vî mafî polîtîze neke ku ev maf bo hemu Kurdan pewîst e.