Mîranî: PDK û YNKê komîteyên taybet ji bo yekrêziya Kurd li Bexdayê pêk tînin

Fazil Mîranî: Ji bo xwe, dîrok û ciyografyaya xwe biparêzin, divê PDK, YNKê û partiyên din jî yekrêz bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ragihand, PDK û YNK çend komîte pêk anîn, bi armanca danîna mîkanîzmekê ji bo yekxistina dengê Kurdan li Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Şanda PDKê duhî li Silêmaniyê li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya, piştî civînê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ji K24ê re ragihand: “Herêma Kurdistanê ji aliyê ciyografî ve, ketiye herêmeke mijawî ku Rojhilata Navîn e, ji ber wê û ji bo xwe, dîrok û ciyografyaya xwe biparêzin, divê PDK û YNKê û partiyên din jî yekhelwest bin.”

Fazil Mîranî got jî: “Me bi YNKê re civîneke baş kir û me guftûgo li ser pirsa destûra Herêma Kurdistanê, awayê hikumraniyê, çawaniya serederiya li gel Bexdayê û Komisyon û hilbijartinan kirin.”

Diyar kir jî, PDK û YNKê çend komîteyan pêk tînin û piştre careke din bi hev re dicivin û got: “Bi nêrîna min, pêwîst e PDK û YNKê zû zû bi hev re bicivin.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê got jî: “PDKê li gel wê yekê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.”