Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê kir

Dawî pêşhatên navçeyê bi giştî û çend babetên din ên cihê girîngiya hevbeş, hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 22/12/2021ê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Elî Riza Gunay kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê, proseya siyasî û hilbijartinên, rewşa Iraqê bi giştî, hewlên derbaskirina kêşeyên derbarê encamên hibijartinan û pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê, metirsiyên terorê û êrîşên DAIŞê hatin guftûgokirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyan bi taybetî di warê aborî de kirin û li ser girîngiya hevkariyên hevbeş û hevahengiyê ji bo parastina aramî û ewlehiya navçeyê hevnêrîn bûn.

Dawî pêşhatên navçeyê bi giştî û çend babetên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn ku Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê jî amade bû.