Wezîrê Derve yê Îtalyayê serdana Hewlêrê dike

Wezîrê Derve yê Îtalyayê di vê serdanê de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar îro Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio bi serdanekê bigihe Herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyên K24ê, Wezîrê Derve yê Îtalyayê di vê serdana xwe de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive û pirsên niha yên Iraqê, bi taybet metirsî û gefên terorê li herêmê guftûgo bike.

Wezareta Derve ya Îtalyayê pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio roja Çarşemê 22/12/2021ê serdana Kuwêtê dikeû piştre serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Diyar kir jî, Luigi Di Maio serdana hêzên artêşa Îtalyayê li Hewlêrê dike ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de li Hewlêrê ne û bi erkê şêwirmendiya serbazî radibin.