Kazimî daxwaza vegera Kirîstiyanan bo Iraqê dike

Serokwezîrê Iraqê: Kirîstiyanên Îraqê roleke wan a mezin heye û divê em piştevaniyê mayîna wan û vegera kesên ji wan koçber bûne bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaza vegera Mesîhiyên koçber bo Iraqê kir û bang li mesîhiyan kir jî ku li welêt bimînin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duhî 24/12/2021 beşdarî merasima cejna Jidayîkbûna Mesîh li dêra Mar Yûsid li Bexdayê bû û tê de axaftinek kir.

Kazimî got: “Guftûgo, çareseriya avakirina pêşeroja Iraqê ye, lê yên ku hewl didin cihêrengiyê, veguherînin qelsiyê hene. Lê ji bilî afirandina hêviyê ti çareya me re nemaye.”

Got jî: Kirîstiyanên Îraqê roleke wan a mezin heye û divê em piştevaniyê mayîna wan û vegera kesên ji wan koçber bûne bikin.”

Kazimî ji Kiristiyanan re got: “Ev welat, welatê we ye. Ev welat xwediyê dewlemendiyeke rastîn e ku cihêrengiya olî û çandî lê heye. Divê Iraqî vê yekê bikin çavkaniya hêzê.”

Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê kir: “Nasnameya Iraqiyan, bê Kirîstiyanan bêyî hemû pêkhateyên din ên Iraqê nayê xeyalkirin.”

Li gorî serjimêriya Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê ku di Adara borî de hat weşandin, 250 hezar Kirîstiyanî li Iraqê mane, piştî ku berî sala 2003an, 1.5 milyon kirîstiyanî li wî welatî bûn.

Li gorî Komîsyonê, di heyama kontrolkirina bajarê Mûsilê de (2014-2017) ji aliyê DAIŞê ve, 130 hezar Mesîhî koçber bûne, 115 kesên din hatine kuştin û 161 kes jî hatine revandin.

Di dema kontrolkirina bajarê Mûsilê de, DAIŞê hemû dêr û perestgehên ol û mezhebên din wêran kirin, bi dehan Mesîhî û pêkhateyên din ên bajerê kuştin û revandin.