Firokeyeke Tirkiyê bajarê Kobanê bombebaran kir.. qurbanî hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê maleke bajarê Kobanê bombebaran kir û li gor zayariyên destpêkê, qurbanî hene.
Jêderekî ji bajarê Kobanê ji K24ê re ragihand, Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê maleke sivîlan li rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir.
Da zanîn jî, hêzên asayişê cihê bûyerê dorpêç kir û tîmên tendirustiyê hejmarek kes bi ambulansan ji cihê bûyerê ber bi nexweşxaneyê veguhastin.
Li gor zanyariyan di encama bombebaranê de, 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.