Hevpeymaniya Navdewletî: Ti hêzeke me ya şerker li Iraqê nemaye
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê tekez dike, ji 9ê vê mehê ve ti hêzeke şerker ya Hevpeymanan û Amerîka li Iraqê nemaye.
Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê “INA.IQ” re ragihand, ji 9ê vê mehê ve ti hêzeke şerker ya Hevpeymanan û Amerîka li Iraqê nemaye.
Hevpeymaniya Navdewletî got jî: “Em li pêş plansaziyê bûn û me soz û pabendbûnên xwe yên li gor rêkeftina stratekîk a Amerîka - Iraqê de, bi cih anîn”
Herwiha got: “Me karî zû erkên hêzên şerker bi dawî bikira, ew jî bi saya pêşkeftinên mezin ên hêzên ewlehê yên Iraqê û Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê pêk anîne.”
Tekez kir jî, ji bo hêzên mayî yên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê, erkê wan ê sereke di warê pêşkêşkirina şêwirmendî, alîkarî û piştevaniya hêzên ewlehiyên di rûbirûbûna DAIŞê de berdewam dibe.
Tîrmeha borî di gera çarem a diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de, Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, Amerîka erkê hêzên xwe yên şerker li Iraqê bi dawiya îsal re bi dawî dike.