Dadgeha Federalî ya Iraqê encamên hilbijartinan pesend kir
Hewlêr (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, encamên hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê ku di 10ê Cotmehê de hatibû encamdan, pesend kir.
Ev biryara dadgehê di demekê de ye, îro Dadgeha Federal diyar kir; hemû giliyên ku beriya niha ji aliyê hêz û kutleyên siyasî ve li ser encamên hilbijartinan hatibûn pêşkêşkirin, hatin redkirin.
Îro Dadgeha Federal rûniştineke taybet ji bo gotûbêjkirin û pesendkirina encamên hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê encam da.
Dadgehê daxwazên aliyên Heşda Şeibî red kirin, ku dixwestin proseya pesendkirina encamên hilbijartinan li dadgehê were rawestandin.
Ji bo xistina fişarê li ser biryara Dadgeha Bilind a Federalî, ji vê sibê ve hejmareke mezin ji alîgirên Heşda Şeibî li pêş avahiya Dadgeha Federalî kom bûn û hewl dan derbasî nava dadgehê bibin.
Di wê çarçoveyê de û ji bo parastina Dadgeha Bilind a Federalî, hejmarek mezin ji hêzên ewlehiyê li derdora Dadgeha federalî hatin bicihkirin.